Danû

Wekî berê danû zêde nema tê kelandin. Êdî yên ji febriqeyan derketiye cilt kirîn. Gundiyê me yên danû dikelandin ji vê yekê gilî û gazin kirin û gotin; wele bavo em nikarin yê febriqeya bixwin.

KPSS

Me çi dît û me çi nedît lo. Gava tu dikevî ezmûnê her kes ji te ra tabana serkeftin. Pişti ku ezmûn diqede, wekî tu ji zindanê derketivî her kes dibeje; derbasî be. Xwedê we careke din neke înşalah.

Rêwî

Diyarbekir, Diyarbekir… Yaw kuro ma ne wa li ser erebeya te Diyarbekir dinivîsîne û tu jê ra li qornê jî dixî. Jixwe şayet werin wê destê xwe ji te ra rakin. Îja tu çima li ber disekinî û tu bang dikî?