Trafîk

Meriv fedî dike ku bo rêdan û nedanê şer bike. Heta ez karibim ez sebra xwedê dikşînim. Yan na tu yê rojê bi deh kesan ra pevçûnê bikî. Lê carna hin tişt diqewime sebir jî têrê nake.

Qaçik

Temî li we, li qaçika xwe miqate bin. Hûn nebêjin ma qaçik e û wê êşa wê çi be. Û ne deriye êşa wê, di ser da hetike jî. Her kes qerfê xwe dike. Kesên ku qaçikî bibe, bila berê xwe bidin seneya qoserê.