Hilbijartin

Îja, vaye hilbijartin dîsa hate ber dêrî. Vê deva ez ê hay ji xwe hebim. Û bi rastî ez meraq dikim ku di vê hilbijartinê da bê hela kîjan heval û dost wê bibe wekîl û her wekî din.

Sersal

Çawa ku meaşê asgariyê zem kirin, bazirganan jî her alavê xwe buha kirin. Êdî bazirgan li benda zema hikûmetê ya sersalê namînin û hema her kes ji ber xwe de zemê li alavê xwe dike. Çolvîre ye lo.

Şagirt

Tu berî ezmûnê, kîjan pirsa bipirsî û vebijarkên wan çi ye, bidî şagirtan jî problem naqede. Wek berê ezmûnê klasîk jî nemane. Hema bê giş test in. Xêra Xwedê ye lo. Ser da jî radibin kopye dikşînin.