Merheba ji wer canik û camêrno. Her çiqas ez ji Mêrdîn bim jî, ji hezkirina Amedê xwe weke amedî dihesibînim. Ez bi salan lê jiyam e. Heval û dostê min î amedî zahf in. Bîranînê min têr û tije ne. Bo hin sebeban îro li Mêrdînê dijîm. Lê hiş û aqilê min wer li Amedê ye. Niha jî her ku fersendê dibînim ez berê xwe didim Amedê. Gava ku derim xemgîniyek jî bi min ra çê tabana. Û ji hevalan re dibêjim; êra law, kê bîr dibir ku edî ezê weke mêvan bêm Amedê.
Belê, cara ewil ku rêya min bi Amêdê ket, bo ezmûna zanîngehê bû. Salên nodî bû û wek niha nemezin bû. Lê ew çax jî wekî niha bajarê herî mezin yê welêt bû. Û min tu bajarê din nedîtibû, loma bo min pir mezin bû. Wekî çêçika keroşk ku nuh ji qula xwe derkevî piçkî bi tirs, min bi ecêb li derdora xwe dinêrî. Gava ez vegeriyam malê, min ji malbata xwe û ji hevalên xwe ra bi rojan qala Amedê kir. Ji wê rojê pêva Amed bû bajarê min.
Di wan salan da li welatê me çanda salonê daweta tune bû. Her kesî dawetê xwe li ber derî çêdikirin. Lê li taxa deriyê çiyê ya Amedê, salonek dawetê hebû. Niha heye nizanim. Îja em û hevala, ji acizî em diçûn dawetê li wir çêdibûn. Xwediyê dawetê li ber dêrî me peşwazî dikir.
Rebena digotin qey mêvanê me ne. Mêvan du hêlî rudiniştin. Hêla bûkê li aliyê çepê bûn. Ê te dî, dawet weke daweta hêla zavê tê dîtin. Qe nebe wê demê wiha bû. Mêvan piranî hêla zavê bû. Ji bo ku em xwe nedin dest me xwe li hêla çepê ya bûkê digirt. Lo bavo we bidîta bê çi xizmet û hûrmet ji me ra dikirin. Dendik û qudam û vexwarinên me dianîn ser masê. Ewil me çilekiyê xwe dixwar û taliyê em diketin gowendê me xwe têr dihejand. Ku em aciz dibûn weke mêvanê rastî me xatir dixwast. Ku me xwe davêt derva em bi hîrehîr dikeniyan. Heyra ka em çi bikin. Weke niha cîhê ku em pêda biçûyanê tune bû ha. Kêfa me ew bû. Û bi serê Xetoyê dînik me dawetên wan, bi dîlan û gowenda xwe xweş dikir. Ma hîn çi.
Ji wan salan heta îro pir tişt hatine guherîn. Êdî ji bajêr wêdetir bûye metropol. Û em jî nema derin dawetê xelkê. Cîhê ku em herin bêhna xwe derxin zahf in.
Belê, weke hûn zanin berî niha bi du hefteyan, di nivîsa xweyî RÊWÎ da min gotibû ez ber bi Amedê diçim. Piştî rêwîtiya min qediya û ez li otogara Amedê daketim êdî bibû şev. Çenteyê min li milê min ketin erebeya nav bajêr. Wek her car erebe mişt tije. Piştî daketim min lê nêrî çentê min hatiye wekirin. Xwedê nehişta ewqas profosyonelin ku min bixwe jî dernexist. Axir ji sıkıntı min û ji çend tiştên bêqîmet pêva tu tişt tê da tunebû.
Van diza çavên Amediya derxistiye yaw. Kes nema karin werin li ereba sîwar bibe. Berî niha bi çend salan dîsa di erebeya nav bajêr telefona min çizgi dizîn. Ez ewqas li ber ketim ku ji bîra min nediçû. Hînga hevalek min, li min geriya. Nîvê şevê bû. Go ka tu çawa yî, tu çer dikî. Min go wele li telefona xwe difikirim. Keniya û go; kuro vê nîvê şevê ma mera telefonê difikire. Mera hezkiriyê xwe difikire, mera kar û barê xwe difikire. Min jî bi qerfî go; kuro kar û barên min weke her tim e. Û hezkiriyên min yeka min kirine dido, lê telefona min ji min ra teqsîr nekiriye. Min digo li filankes biger, digeriya, min digo suretan bigrê, digirt, min digo serê sibê min şiyar bike bi qîreqîr ban min dikir û hwd. Ma ka ezê çawa telefona xwe nefikirim heyra. Wele çend çîrokên minê dinê jî hene lê ez serê we naêşînim. Taliyê hûn karin bêjin ka heba serêşê jî.
Belê, wexta ku ez gihaştim heval û dosta min mesela xwe û diza ji wan ra qal kir. Wan jî go; ew diz ehmeq in, ma pereyên te heba û hal û wextê te xweş ba ma tu yê li erebeya nav bajêr siwar biba. Helbet wê çenteyê te vala be. Wê şevê, me û hevala xweş civat gerand. Û her ku min hewa Amedê bêhn dikir ez sermest dibûm. Raste, diza tu tişt ji min nedizîn. Lê min şevek e xweş û geş ji Amedê dizî.