Diljen Ronî
Ger em bixwazin dîroka muzîka kurdî binivîsin salên 1990î wê xwedî girîngiyeke mezin bi cih bigre. Salên 90î ji bo muzîka kurdî ceribandineke nû herwiha li ser rêya muzîka nûjen ve rêwîtiyek cûda bû. Amurên nûjen wek gîtar, saxsafon û baterî hwd. ket di nav stranên kurdî de û bi saya wê gelek ciwanên kurd fêrî enstrûmanên rojavayî bi taybetî gîtarê bûn, herwiha gelek hunermendên kurd jî berê xwe da muzîka rojavayî û stranên xwe bi vî awayî afirandin û pêşkêşkirin. Bi rastî ew rewş tesîreke mezin li ser min jî çêkir ez jî niha bi wî awayî jiyana xwe ya muzîkê didomînim.
Di wê demê de du hunermendên navdar diketin pêş. Şivan Perwer û Ciwan Haco… Ji bilî wan komên Navenda Çanda Mezopotamyayê, Koma Amed, Koma İstikrar Azadî, Koma Wetan û gelek yên din ji me re serdema zêrîn a muzîka kurdî anîn.
Di heman demê de televîzyonên kurdî jî ketin di nav jiyana me de bandoreke hestyarî li ser me kir û eşqa me ya ji bo zimanê kurdî û bi taybetî hunerê xurttir kir. Piştî kasetên ku bi dizî dihatin guhdarîkirin bi rastî konut buyer ji bo me bû dibistanekî çand û huner û zimanê kurdî herwiha bû sedema nasandina hemû çandên herêman.
Ji bo ciwanên me yên roja îro, carinan ez difikirim ku divê hûn gerek wê demê bijîn da ku hûn hin tiştan fêm bikin. Ji ber ku me hemû germahî, bawerî û hemû zehmetiyên wê demê dît û jiya. Em bûne şahidê guhertina nifşan û bi taybetî guhertina hunera kurdî. Me bi heyecan gavên ewil yên muzîka kurdî ya nûjen, tevhevkirina ya kevn û ya nû şopand.
Di wan rojan de Ciwan, Şivan û Koma Wetan ji bo me bibû pariyek erd. Stranên kurdî bibû dermanê bê welatiyê, ji me re bibû malek. Niha em lê dinêrin berhemên di wê demê de hatine afirandin, niha bûne klasîkên îroyîn.
Helbet di salên 90î de jîngeha siyasî diyarker bû ji bo pêvajoya muzîkê, ew zext û qedexeyên siyasî sempatiya muzîka kurdî bilindtir dikir.
Di sala 1995an de ez diçûm Navenda Çanda Mezopotamya ya Amedê. Atmosfera wê ya germ gelek bandor li ser min çêkir û hêza min a muzîkê xurt kir. Navenda Çanda Mezopotamyayê navendeke hilberîna hunermendan bû. Gelek hunermendên navdar jî ji wir derketin. Bi rastî dibistanek ya hunerî bû.
Ciwan Haco bi serê xwe mohra xwe li muzîka nûjen a kurdî daye. Bi dîtina min, wî gelek berhemên bêhempa afirand û muzîka kurdî aniye astekî bilind. Berhemên wî di her warî de rêberiya gelek mûzîkjenên nû kir û bû vesîle ku kurd ji muzîka nûjen hez bikin. Bandorên her albûmên Ciwan Haco jî cûda ye. Her yek albûm wek diyariyekê ye ji bo muzîka kurdan. Bi rastî Mirov dikare gelek gotar deriye li ser albûmên Ciwan Haco binivsîne. Tabana ku ezê di pêşerojê de bêtir li ser muzîka brêz Ciwan binivsînim. Lê mijara me niha rewşa muzîka kurdî ya salên 90î ye.
Koma Wetan bi şêwazê xwe gelekî rojavayîtir bû. Rê li ber muzîkjenên rocka kurd vekir. Stranên Wetan îro jî bi şêweyên cûda cilt şîrovekirin. Bi taybetî Kerem Gerdenzerî… 70 saliya xwe de li van rojan pîrozbahiyek çêkir. Ez jî rojbûna wî pîroz dikim.
Bêyî ku behsa keda Şivan Perwer ya ji bo muzîka kurdî, zimanê kurdî û hişmendiya kurdayetiyê bê kirin, mirov cilde behsa muzîka wî bike wê neheqiyek mezin be ji bo min. Şivan Perwer, muzîka ku ji destê Mehmet Arif Cizîrî girtibû nûjen kir û derbasî nifşên îroyîn kir. Bi rastî M. Arif Cizirî di muzika kurdî de cihê wî girîng e û dengvedaye hemû Kurdistanê. Lewma jê re dibêjin Bilbilê Kurdistanê. Herwiha ez difikirim ku tesîra Cizirî gelek li ser Şivan Perwer bûye, ku ji xwe ew jî vê dibêje. Bandora istikrar wî ya li ser gel û hişmendiya kurdî gotin çarna têrê nake û divê cudatir bê lêkolînkirin.
Ez hezar carî spasiya her hunermendekî yên wê demê dikim, ne cilde ji ber ku bûne dermanê hest, konutun û êşên me yên kesane, di heman demê de keda wan buye sedema pêşketina hunera kurdî û bi taybetî ronahiya welatê me.